Dengê Amerîka Kurdî

Voice of America
  1. Hevserokê Kongreya Netewyî ya Kurdistan (KNK)ê Ahmed Karamûs bi serdanekê hate washington. Di hevpeyvîna taybet ya bi Dengê Amerîka re Karamus bal kişand ser giringiya pirsa kurd di vê dema kirîtîk de ê got ku wî bi saziyên Amerîkî re civîn û hevdîtin derbarê pirsa kurdî çêkirine.
  2. Trê, keça kurd xwendekara zanîngehê ye ûsemakarek jêhatî ye, di heman demê de di Semaya Balê de pêşengiya rahênanê ya komeke ji 13 kesan pêkhatî dike, ew yek ji lîstikvanên serkeftî yên Festîvala Werzîşê ya Jinan bû li Silêmaniyê.
  3. Amedspor roja Şemîyê li Amedê bi tîma Îzmîrê, Menemensporê re dilîze. Hefteya borî Amedsporê serkeftina xwe mîsoger kir ku di lîga 1'emîn ya Tirkîyê de dê bilîze.
  4. Reem xwendkara sala duyê ye li zanîngeha GWU ew welatiyek Amerîkî ji esl de Filistînî ye, beşdar û çalake di xwenîşandanên Xwendekaran de yên jibo piştevaniya Filîstîniyan û Gazayê, ew behsa çalakiyên xwe yên rojane dike di kampa zanîngehê de.
  5. Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
  6. Reuters ji zarê karbidestekî agahdar yê mijara nirxandina hikûmeta Qeterê derbarê girtina ofîsa Hamasê ku dibe Doha ofîsa siyasî ya tevgera Hamasê bigire wekî beşek ji lîstina rolek berfirehtir jibo navbeynkarya di şerê di navbera lsraîl û tevgera çekdar ya Filistînî de.
  7. Bi alîkariya peymangeha Almanî 'Goethe-Institut' li Îraq û Herêma Kurdistanê grûpa mûzîkê ya Yesna şeveke mûzîkê li Helebce pêşkeş kir, bi awaz û mûzîka xwe mêhvan dilşad kirin.
  8. Rojnamevanên li Amedê di Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê de kom bûn û daxuyanî dan. Wan got ku "Rojnamevanî ne tawan e" û daxwaza azadbûna hemî hevkar û hevpîşeyên xwe kirin, ku li Tirkîyê û cîyên din li girtîgehê ne, yan jî rastî binpêkirinan tên.
  9. Di bernama Çavê Washington de Sîrwan Qiçço xwepêşandanên beşek xwendekaran li hin zanîngehên Amerîka yên jibo piştevaniya Gaza û Filîstinyan dinirxîne.
  10. Di îsal de lîstikvanên tîma Zaxo ya futbolê di gelek lîstikan de serketin bi dest xistine û niha ew tîm li ser asta hemî Îraqê hilkişîye rêza çaran.
  11. Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) Tirkîyê di warê ragihandina azad de di nava 180 welatan de di rêza 158an de nîşan daye û wek cîhekî “pir xeter” bi nav kiriye. Li Wanê çîroka rojnamevan Hakan Yalçin yek ji mînaka vê rewşê ye. Ew di nava 5 salan de 3 car hatiye desteser kirin û carekê jî ketiye zîndanê