×

پیام

Failed loading XML... xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name Specification mandates value for attribute hidden attributes construct error Couldn't find end of Start Tag div line 1 Opening and ending tag mismatch: body line 1 and div xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name xmlParseEntityRef: no name EntityRef: expecting ';' Opening and ending tag mismatch: html line 1 and body Extra content at the end of the document
  • Trump: Wan Apache Xist Xwarê, Amerîka jî Berisvê Dide

    Serekî - Voice of America Jun 10, 2026 | 00:04 am

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ser êrîşên hêzên Amerîkayê yên li dijî armancên Îranê got ku ew ji bo tolhildana xistina helîkoptereke Apache ya Amerîkî li ser Tengava Hormuzê bûn. Di yekem şîroveyên xwe yên destpêkirina operasyona leşkerî li dijî Îranê piştî Apache xistin xwar, Trump di pêwendiyek telefonî ya bi peyamnêrê sereke yê ABC News, Jonathan Karl re got: "Ez dibînim ku bersiv bi tevahî pêwîst bû. Wan helîkopterek xist xwarê, û em niha bersiv didin." Wî got jî "Min bawerî bi bersivdana tund heye. Min tevahiya jiyana xwe bawerîyek weha heye. Me peymanek pir baş hebû, û dibe ku[…]

    Read more...
  • Mike Johnson: Operasyona Li Dijî Îranê Hevseng û Sînordar e

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 23:08 pm

    WASHINGTON — Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson, ser operasyona hêzên Amerîkayê ya bersivdan û berevanîyê li dijî Îranê daxuyaniyek da û got ku berî hêzên Amerîkî dest bi êrîşên ku wek operasyonên xweparastin û bersivdanê li dijî Îranê hatin binavkirin bikin, ew li Odeya Operastyonan a Koşka Spî bi Serok Donald Trump û karbidestên din yên paybilind re amade bû. Johnson di daxuyaniya xwe de got ku operasyon "destnîşankirî û sînordar e," û armanca êrîşan "wêrankirina radar, sîstema mûşekan û navendên fermandarî û kontrolê yên Îranê ye." Li gorî Johnson, ev çalakî wek bersivek bi armanca astengkirina metirsiyên ewlehiyê û berevanîya[…]

    Read more...
  • CENTCOM: Êrîşên Bersivdan û Berevanîyê li Dijî Îranê Hatin Destpêkirin

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 22:16 pm

    Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îro di demjimêr 5:00 êvarê de li gor dema Rojhilatê Amerîkayê (ET), li ser fermana Serfermandarê Giştî, dest bi operasyonên êrîşên parastin û bersivdanê li dijî Îranê hatin encamdan. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê di hesaba xwe ya X'ê de peyamek destpêkê ya bersivdanê li dijî Îranê weşand û got, "Ev operasyon wek bersivek li hember xistina xwar a helîkoptera Apache ya Artêşa Amerîkayê li dijî Îranê tê meşandin. Ev mîsyon bersiveke di cî de ye ji bo êrîşkariya neheq a Îranê." CENTCOMê heta niha, agahdariyên zêdetir derbarê berfirehbûna operasyonê û encamên wê[…]

    Read more...
  • Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê: Kompanîyên Amerîkî Dixwazin li Sûrîyê Kar Bikin

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 18:39 pm

    Washington — Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El Beşîr li paytexta Amerîkayê Washingtonê ragihand ku kompanîyên Amerîkî yên mezin dixwazin di projeyên enerjîyê li Sûrîyê de cih bigirin. El Beşîr îro Sêşemê dîyar kir ku şandeke Amerîkî wê di meha Îlonê de seredana Sûrîyê bike. Karbidestê Sûrî li Washington hejmareke civîn pêk anîn. Wî li ser platforma X'ê got: “Me bi komeke kompanîyên petrolê yên Amerîkî re hevdîtinek li dar xist. Di serî de ExxonMobil, Chevron, û ConocoPhillips, û çend kompanîyên din ên ku me berê bi wan re rêkeftinên têgihîştinê îmze kiribûn. Em niha di pêvajoya nivîsandina peymanên petrol û[…]

    Read more...
  • NASA ji bo Geşta Artemis III Sê Amerîkî û Îtalîyekî Destnîşan Dike

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 17:29 pm

    Ajansa Valahîyê ya Amerîkayê (NASA) îro Sêşemê navên çar esmangerên serekî yên geşta Artemis III ragihandin, ku sê ji wan Amerîkî ne û yek jî Îtalî ye. Ev esmanger dê di geşta nû ya bernameya heyvê ya Artemisê de wekî tîm cih bigirin. Ewê sala bê li dora erdê ceribandina girêdana keştîyên valahîyê bikin. Ev test dê sîstemên serekî kontrol bike berî ku di sala 2028'an de herin ser rûyê heyvê. Di geşta Artemis III de, NASA dê keştîya valahîyê ya Orion û tîma wê ji Navenda Valahîyê ya Kennedy ya li Floridayê bişîne xeleka nizm a erdê. Li gor[…]

    Read more...
  • Plana Amerîkî ya Karantîna Ebola li Kînyayê Rastî Nerazîbûnan Dibe

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 17:25 pm

    Polîsên Kînyayê roja Sêşemê bi gaza rondikrêj û xertûman êrîşî bi sedan xwepêşander li bajarê Nanyuki yê navendî kir. Ev ew bajar e ku Amerîka plan dike navendeke karantînayê ji bo Amerîkîyên ku bi Ebolayê ketine, li wir ava bike. Xwepêşandanan bingeheke pêşnîyazkirî ya 50 nivînan li Baregeha Esmanî ya Laikipia armanc girt. Hefteya borî di xwepêşandanên li Nanyuki de du kes hatin kuştin. Dadgeha Bilind a Kînyayê du caran ferman da hikûmetê ku xebatên li ser vî cihî rawestîne û hatina her nexweşên biyanî qedexe kiriye, li benda dozeke ku ji hêla Komeleya Mafnasîyê ya Kînyayê û komeke çavdêr[…]

    Read more...
  • Trump: Îranê Helîkopterek Me Xist Xwarê û Emê Bersivê Bidin

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 17:11 pm

    Washington — Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şeva borî hêzên Îranê yek ji helîkopterên artêşa Amerîkayê dema ku li ser Tengava Hormuzê di erka xwe de bû, xistine xwarê. Serok Trump li ser platforma Truth Social got: "Ez nû ji alîyê artêşa me ya mezin ve hatim agahdarkirin ku şeva borî Îranîyan yek ji helîkopterên me yên Apache yên pir pêşketî dema ku li ser Tengava Hurmuzê nobedarî dikir, xistin xwarê." "Di helîkopterê de du pîlot hebûn û her du jî sax û selamet mane, bêyî ku birîndar bibin," Trump got. Trump destnîşan kir ku Amerîka “li gor pêwîstîyê” dê[…]

    Read more...
  • Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê: Tevgera Keştîyan li Tengava Hormuzê Zêde Bûye

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 16:55 pm

    Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê Chris Wright îro Sêşemê ragihand ku tevgera keştîyan di Tengava Hormuzê de "pir" zêde dibe. Wright di konferanseke Encûmena Atlantîkê de li Washington got ku piştî şer bi dawî bibe, dê gelek meh derbas bibin heta ku tevgera enerjîyê ya normal vegere rewşa xwe ya berê. Hêjayî gotinê ye guhertina tevgera normal a neftê bûye sedema bilindbûna bihayên enerjîya cîhanî. Washington ji bo peymaneke aştîyê bi Tehranê re fişarê dike ku vekirina tevahî ya tengavê jî di nav xwe de bigire. Serok Donald Trump roja Sêşemê ji rojnamevanan re got ku dibe rêkeftinek bi Îranê re[…]

    Read more...
  • Amerîka ji bo Ewlekarîya Cama Cîhanê Amadekarîyan Didomîne

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 15:33 pm

    Dezgehên ewlekarîyê yên Amerîkayê ragihand ku ewê tîmên taybet û yên bersivdana krîzê li her 11 bajarên ku pêşwazîyê li lîstikên Cama Cîhanê dikin, belav bikin. Cama Cîhanê dê roja Pêncşemê, 11'ê Hezîranê, destpê bike. Rêveberê Bîroya Vekolînên Federal (FBI) Kash Patel roja Yekşemê ragihand ku ji bo berevanîya lîstikvan, alîgir û mêvanan di her 39 rojên vê qehremanîyê de, ewê tîmên xwe yên taybet belav bikin. Di nav wan tîman de pisporên pûçkirina bombeyan, ên dronan û hêzên taybet ên SWAT hene. Patel li ser platforma X'ê ragihand ku ev tîm ji bo vê qehremanîya herî mezin a dîroka[…]

    Read more...
  • Guterres Banga Rawestandina Şer li Rojhilata Navîn Dike

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 15:06 pm

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Sêşemê diyar kir ku ew ji ber zêdebûna tundûtûjiya nû li Rojhilata Navîn "pir nîgeran" e. Guterres bang li hemû alîyên peywendîdar kir ji bo çareserîyên dîplomatîk bixebitin da ku aştî û ewlekarîya herêmî û navneteweyî pêşve bibin. Karbidestê NY li ser platforma X'ê got: "Divê hemû êrîş rawestin. Divê bi tevahî pabendbûna bi peymanên agirbestê li Libnan, Îran û Xeze were kirin." Wî got: "Ez ji biryara Îsraîlê ya girtina derîyên derbasbûnê yên ber bi Xezeyê ve pir nîgeran im. Divê hemû xalên derbasbûnê ji nû ve werin vekirin." Sekreterê Giştî[…]

    Read more...
  • Polîsê Îrlandaya Bakur: Kesekî Sûdanî Piştî Êrîşa bi Kêrê Hat Girtin

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 14:52 pm

    Polîsê Îrlandaya Bakur ragihand ku kesek bi gumana hewildana kuştinê hat girtin, piştî êrîşeke bi kêran ku şeva borî li bakurê bajarê Belfast qewimî. Li gor Reutersê, polîsan ragihand ku gumanbar bi eslê xwe Sûdanî ye û ne Somalî ye, wekî ku di destpêkê de hatibû bawerkirin. Bûyer li herêma Kinnaird piştî demjimêr 10:30'ê şevê qewimî û ji alîyê polîsan ve wekî “bûyereke krîtîk” hate binavkirin. Vîdyoyek ku li ser medyaya civakî hate belavkirin, nîşan dide ku kesek gelek caran bi kêrê li serê mirovekî din dixe. Di vîdyoyê de dengê kesekî tê bihîstin ku “Ew hewl dide serê wî[…]

    Read more...
  • Vance: Amerîka û Îsraîl Hevalbend in, Lê di Hinek Rewşan de Berjewendîyên Me Cuda ne

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 13:37 pm

    Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li ser têkilîyên Amerîkayê bi Îsraîlê re got ku herdu welat dost in lê carinan berjewendîyên wan cuda ne. Di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, Vance roja Duşemê got ku "Îsraîl û Amerîkayê gelek berjewendîyên hevbeş hene, lê di heman demê de hin rewşên me hene ku berjewendiyên me ji hev cuda ne." "Serok li vir pir zelal bûye ku her çend Îsraîl bi eşkereyî hin armancên xwe hene jî, armanca sereke ya Amerîkayê li Îranê ew e ku piştrast bike Îran nebe xwedîya çekekî navokî," Vance got. Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha got: "Di[…]

    Read more...
  • Trump: Dibe ku di Du Sê Rojan de Peymanek ligel Îranê Were Kirin

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 13:15 pm

    New York — Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku dibe peymanek ji bo dawîkirina şerê di navbera Îran û alîyên têkildar de di nav “du an sê rojan” de were bidestxistin. Trump dema serê sibehê zû li firokxaneya John F. Kennedy ku bi firokeya Air Force One dixwest vegere Koşka Sipî, gote rojnamevanê CNBC News ku "Amerîka û Îran niha di qonaxa dawî ya danûstandinên peymanekê de ne." Wî got "pir baş û pir girîng e." Serok Trump careke din tekezî li ser bernameya navokî ya Îranê kir û got “bi tu awayî destûrê nade ku çekên navokî werin[…]

    Read more...
  • IDF: Me Hejmareke Endamên Cîhada Îslamî û Hemasê li Xeze Kuştine

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 12:21 pm

    Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Sêşemê ragihand ku wan du terorîst ji rêxistina Cîhada Îslamî kuştin ku plan dikir di siberojeke nêzîk de êrîşan li dijî hêzên artêşê pêk bînin. IDF’ê li ser platforma X’ê got: “Di nav wan kesên ku hatine kuştin de ev hene: Îyad Muhammed Abd al-Ezîz Nofal, fermandarekî payebilind di rêxistina Cîhada Îslamî de, û Ehmed Abd al-Hamid Hamad Ma'arouf, rêberê şaneyeke terorîst a Cîhada Îslamî." Di daxuyanîyeke din de, IDF'ê ragihand ku hêzên wan li Xezeyê êrîşî baregeha polîsên deryayî û çekan ên Hamasê li devera Xan Yûnisê kirine. Li gor daxuyanîyê, baregeh "ji bo[…]

    Read more...
  • CENTCOM: Tîma Helîkoptera Apache bi Ewlehî Hat Rizgarkirin

    Serekî - Voice of America Jun 9, 2026 | 11:30 am

    Du endamên Artêşa Amerîkayê ku di helîkoptera AH-64 Apache de bûn, piştî ku helîkoptera wan li nêzî peravên Omanê ket deryayê, bi ewlehî hatin rizgarkirin. Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê di daxuyanîyekê de got "Li gor agahdarîyên fermî, bûyera ketina firoka Helîkopter di demjimêr 7:33'ê êvara 8'ê Hezîranê de qewimî, dema ku helîkopter di erkeke çavdêrîya avên herêmî de bû." Hêzên Amerîkayê di nava nêzî du demjimêran de karîbûn her du leşkeran rizgar bikin. Karbidestan ragihand ku rewşa wan a tenduristîyê baş e û jiyana wan ne di metirsîyê de ye. "Sedema ketina helîkopterê hîn nehatiye eşkerekirin û[…]

    Read more...
  • Trump ji Netanyahu Xwestîye ku Şerê Îranê Berfirehtir Neke

    Serekî - Voice of America Jun 8, 2026 | 19:07 pm

    Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê got ku wî di pêwendîya telefonî de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyar kiriye ku eger rê bide alozîya dawî bibe şer, ew ê "bi tena serê xwe li dijî Îranê bimîne". Trump ji Kanala 12 ya Îsraîlî re gotiye ku wî ji Netanyahu xwestîye ku li hember êrîşên Îranê yên ku êvara Yekşemê pêk hatin, bersivê nede, û wî bi ciddî hewl daye ku asta bersiva Îsraîlê ya li hember Tehranê sînordar bike. Trump herwiha dîyar kiriye ku pênc welatên herêmê, ku di navbeynkarîya di navbera Amerîka û Îranê de jî beşdar in, ji[…]

    Read more...
  • CENTCOM li Kendava Omanê Keştîyeke Petrolê Disekinîne

    Serekî - Voice of America Jun 8, 2026 | 18:55 pm

    Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Duşemê ragihand ku wan li Kendava Omanê keştîyeke petrolê ya vala sekinand, piştî ku keştîyê xwest biçe bendergeke Îranê. CENTCOM eşkere kir ku ev çalakîya keştîyê dorpêça li ser Îranê binpê dike. CENTCOM'ê li ser platforma X'ê got ku wan bi firokeke şer a F/A-18 ya ji ser keştîya leşkerî USS Abraham Lincoln li keştîya petrolê ya bi navê "Marivex" xistin. Ev keştî li Kendava Omanê ber bi Îranê ve diçû û guh neda fermanên Amerîkayê. Niha êdî ev keştî nikare biçe Îranê. CENTCOM'ê herwiha got ku ji 13ê Nîsanê ve, anku ji destpêka[…]

    Read more...
  • Katz: Her Êrîşek li ser Îsraîlê dê li Libnanê Were Bersivdayîn  

    Serekî - Voice of America Jun 8, 2026 | 18:22 pm

    Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hişyarî da ku eger êrîşên Hizbullahê yên li ser bakurê Îsraîlê berdewam bibin, Îsraîl dê êrîşan li ser taxa Dahîya ya paytexta Libnan Beyrûtê, berdewam bike. Di daxuyanîyekê de îro Duşemê, Katz got ku "Her hewldanek ji alîyê Îranê ve ji bo bikaranîna Libnanê di êrîşeke li ser Îsraîlê de dê bi tundîyeke mezin were bersivandin, mîna ku doh qewimî." Ev daxuyanî piştî daxuyanîya Tehranê hat ya ku tê de gef kirin û got rewş aloztir bibe ger operasyonên leşkerî yên Îsraîlê di hundurê Libnanê de berdewam bibin. Ji alîyê xwe ve Serokwezîrê Îsraîlê[…]

    Read more...
  • Rubio: Qedexeya Vîzayên li Ser Bêhtirî 100 Berpirsên Nîkaraguwayê Hate Danîn

    Serekî - Voice of America Jun 8, 2026 | 18:11 pm

    Wezareta Derve ya Amerîkayê îro ragihand ku dê rêze cezayan li dijî hikûmeta Nîkaraguayê (rejîma Ortega-Murillo) werin sepandin, di nav de qedexeyên vîzeyê yên tund li ser zêdetirî 100 rayedaran Nîkaraguayê hene. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di daxuyanîya xwe de li ser X'ê, rejîma Murillo-Ortega wekî "dijminê mirovahîyê" binav kir û got ku Rêveberîya Trump dê sûc û hovîtîya wan, tevî rola dîktatorîyê Nîkaraguayî di mirina serokê opozîsyona siyasî Brooklyn Rivera de, paşguh neke. Li gor daxuyanîya balyozxaneya Amerîkayê li Nikaragua, bi van cezayên nû re, hikûmeta Amerîkayê gav avêtiye da ku vîzeyê qedexe bike li zêdetirî 2,350[…]

    Read more...
  • Balyozê Amerîka: Danûstandinên Libnan û Îsraîlê Gihîştine Xaleke bê Veger

    Serekî - Voice of America Jun 8, 2026 | 17:13 pm

    Balyozê Amerîkayê li Beyrûtê Michel Issa, îro Duşemê pabendbûna berdewam ya welatê xwe ji bo alîkariya Libnanê nîşan da, û diyar kir ku danûstandinên di navbera Libnan û Îsraîlê de gihîştine xalek bê veger, bi wê nêrînê ku ev pêvajo dibe alîkar "ji bo bidawîkirina êşên gelê Libnanê". Li gor Daxuyanîya Serokatîya Libnanê a li ser platforma X'ê hat ragehandin ku piştî hevdîtina xwe bi Serokê Libnanê Joseph Aoun re, Balyoz Issa got, "Em girîngîyek mezin didin dosyaya Libnanê, û Serok Donald Trump pir caran li ser Libnanê diaxive. Derbarê dubarebûna êrîşên di navbera Îran û Îsraîlê de, Balyozê Amerîkî[…]

    Read more...