Dengê Amerîka Kurdî

Voice of America
  1. Tîma niştîmanî ya Amerîkî di lîstika xwe ya yekê de li Cama Cîhanê 2026 li hember tîma Paraguayê lîst bi 4 gol beramber 1 gol serdest bû. Di lîstika ku li Stadyuma SoFi ya Los Angelesê de Înê bi şev pêk hat, Amerîka bi coşeke mezin kempeyna xwe ya Cama cîhanê destpê kir. Paraguayê di kontrolkirina êrîşên Amerîkayê de gelek zehmetî kişand, û tîma Amerîkî çend derfetên din ên golkirinê ji destan. Lîstikvanê êrîşkar ê tîma Amerîkayê Folarin Balogun stêrka şevê bû. Wî du caran gol avêt. Berî herdu golan, lîstikvanê Paraguay Damian Josue Bobadilla bi şaştî gelek li xwe bir. Mauricio yê Paraguayê di nîva duyemîn de golek avêt. Lîstikvanê Amerîkî Giovanni Reyna di dema zêdekirî de gola dawî avêt û bi vî awayî 4 li hember 1 tîma Amerîkî lîstik qezenc kir. Gelek siyasetvan û kesayetîyên navdar wekî wekî temaşevan li lîstikê amadebûn, di nav wan de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Serokê Paraguay Santiago Pena. Bi vê serketinê, Amerîka gaveke girîng ber bi gera din a Cama Cîhanê ve bû. Cama Cîhanê ya 2026'an li Amerîka, Keneda û Meksîkê tê lidarxistin. Qehremanîyê 11'ê Hezîranê li paytexta Meksîkê bi serkeftina Meksîkê li hember Afrîkaya Başûr bi 2-0 dest pê kir. FIFA li ser platforma X'ê de got, herdu tîmên mêvandar, Amerîka û Keneda, lîstikên xwe yên yekem di Cama Cîhanê de pêk anîn: Amerîkayê li Los Angelesê Paraguay têk bir û encama lîstika Keneda jî li Torontoyê ligel Bosnîya 1-1 bidawî bû.
  2. Li herêma Kobaniyê, diyardeya karkirina zarokan ji ber mercên aborî û jiyanî yên xirab bi awayekî berfireh belav dibe.
  3. WASHINGTON — "Destpêşxerîya Çar Deryayan" wekî projeyeke stratejîk ji bo ku bibe alternatîva Tengava Hormuzê li Washingtonê hate ragihandin. Armanca vê projeyê ew ku çar deryayan bihev ve girêbide: Kendava Erebî, Deryaya Qezwîn, Deryaya Sipî û Deryaya Reş, bi rêya korîdoreke tranzîtê û borîyên enerjîyê yên ku di nav Sûrîye û Tirkiyê re derbas dibin. Destpêşxerî di konferansekê de hat gotûbêjkirin ku ji hêla “New Lines Institute for Strategy and Policy” li Klûba Rojnamevanî ya Niştîmanî li Washington hate lidarxistin. Di konferansê de karbidest, dîplomat û şêwirmendên ji welatên ku beşdarî projeyê bûne û kesên ku bi siberoja herêmê re têkildar in, beşdar bûn. Di rûniştina vekirinê de daxuyanîyên fermî yên girîng ji rayedarên peywendîdar hatin dayîn û bal kişand ser gavên praktîkî ji bo vejandina hevkarîya stratejîk a enerjîyê. Wilson: Sûrîye û Tirkîye Dikarin Bibin Alternatîva Tengava Hormuzê Endamê Komarî yê Kongresa Amerîkî Joe Wilson, di peyamekê de piştgiriya xwe ya tevahî ji bo destpêşxerîya "Çar Deryayan" anî ziman. Wilson destnîşan kir ku “girtinaTengava Hormuzê ji alîyê rejîma terorîst a Îranê ve, rûyê rastî yê vê metirsîyê nîşan daye û îsbat kiriye ku cîhan hewceyî rêyên alternatîv e. Di vê çarçoveyê de Sûrîye û Tirkîye, ku hevalbenda NATO'yê ne, dikarin bibin hevparên navxweyî yên gaveke bi vî rengî.” Endamê Kongresê yê Komarî tekez kir ku ev proje dê çekekî mezin ji destê rejîma Îranê derxîne û aramîya herêmê biparêze û mîsoger bike. Wilson herwiha bal kişand ser girîngîya hewldanên Serok Donald Trump û Balyoz Tom Barrack ên di dema xwe de ji bo aramîya Sûrîyê. Di beşekî din a peyama xwe de, Wilson amaje bi girîngîya girêdana aborî û enerjîyê ya navbera Sûrîye û Îraqê kir. Wî eşkere kir ku mîlîşyayên Îraqî yên girêdayî Îranê li dijî vê yekbûna aborî û enerjîyê derdikevin. Îraq û Sûrîya Dixwazin Borîya "Kerkûk-Banyas" ji nû ve Ava Bikin Balyozê Îraqê li Washingtonê Nîzar Xeyrullah û Karbirêkarê Sûrîyê li Balozxaneya Sûrî li Washingtonê, Mihemed Qenatrî, piştrast kir ku projeya vejandina borîya Kerkûk-Banyasê ketiye qonaxa plansazîya stratejîk. Armanc ew e ku rojane milyonek bermîl petrolê di rêya vê borîyê re werin hinardekirin. Xeyrullah got ku heta niha ti helwesteke fermî ya hikûmeta Îraqê derbarê "Însîyatîfa Çar Deryayan" tune ye, lê diyar kir ku borîya Kerkûk-Banyasê dikare were berfirehkirin da ku bigihêje şiyana hinardekirinê ya yek mîlyon bermîl di rojekê de. Wî tekez kir ku niyaza berfirehkirina hevkarîyê ji bo gaz û elektrîkê jî heye. Xeyrullah ev înîsiyatîf wekî derfeteke rastîn a ku ji krîzên deryayî yên hene, ku gef in li ser keştîvanîyê li Tengava Hormuzê û Tengava Bab El Mendebê, bi nav kir. Wî destnîşan kir ku gavên praktîkî ji bo vejandin û nûjenkirina borîya dîrokî ya 800 kîlometreyî ya ku Kerkûk û Banyasê bi hev ve girêdide. Balyozê Îraqê got: "Dê têkilîyên me bi Enqerê re berfirehtir bibin da ku projeyên mezin ên petrokîmyayî û sektora elektrîkê û gaza xwezayî jî di nav xwe de bihewîne." Sûrîya Amadebûna Xwe ji bo Şandina Petrol û Gaza Îraqê bo Tirkiyê û Ewrupayê Dîyar Dike Ji aliyê xwe ve, Karbirêkarê Sûriyê li Balozxaneya Sûrî li Washingtonê, Mihemed Qenatrî, destpêkirina qonaxeke nû di têkiliyên bi Îraqê re ragihand û amadebûna Sûrîya ya tevahî ji bo şandina petrol û gazê ber bi Deryaya Spî ve piştrast kir. Qenatrî got, " Şam amade ye boriyên pêwîst ji bo destpêkirina şandina petrol û gazê ji Iraqê, bi rêya axa Sûriyê, ber bi Tirkiyê û Derya Spî ve werbigirin û bi hev ve girêbidin. Balyoz Cekuta: Pêwîstîya Cîhanê bi Veguhestina Hîdrokarbonên Îraqê bi Rêya Sûrîyê Heye Balyozê xanenişîn yê Amerîkayê Robert Cekuta, di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka, ragihand ku destpêşxerîya nû ya enerjîyê di bingeha xwe de pir baş e, lê pirsa serekî ew e ka ev plan dê çawa di praktîkê de were cîbcîkirin? Cekuta diyar kir ku Amerîka xwedî pisporîyeke mezin e ku dikare di pêşxistina çavkanîyên enerjîyê yên Sûrîyê de alîkarîyê bike. Derbarê rola Îraqê û sûdwergirtina wê ji vê projeyê, Balyoz Cekuta tekez kir ku Îraq dê gelek sûdmend be. Wî got ku nefta Îraqê, ku duyemîn mezintirîn berhemhêner a OPECê ye, nabe ku tenê bi rêya benderên Faw û Kendavê, an jî xetên Ceyhan, were veguhastin; lê belê vekirina xetên nû ber bi Deryaya Sipî ve daxwazeke navnetewî ye. Lêkolîner: Sûrîye Dikare di Nav 10 Salan de Bibe Navenda Serekî ya Enerjîyê Lêkolînera Enstîtuya New Lines Dania Arayssi ji Dengê Amerîka re got ku alozîyên heyî, bi taybet girtina Tengava Hormuzê û nebûna aramîyê li Deryaya Sor, bandoreke giran li bihayê neft û gaza cîhanê û aborîya navnetewî kiriye. Arayssi tekez kir ku "ji ber van qeyranan, divê rêyên alternatîv werin dîtin. Di vê çarçoveyê de, divê Sûrîyê wekî navenda avakirina jeopolîtîk, jeoaborî û enerjîyê were ragihandin, ji ber ku pêgeha wê ya stratejîk delîveyê dide ku ew bibe korîdoreke mezin a têkilîyan. Ev yek dê bibe sedema serxwebûna herêmê ji bandor û zextên Îranê." Pispora New Lines pir geşbîn e ku di nav 5 heta 10 salên bê de, Sûrîye bibe navendeke serekî ya enerjiyê û aborîya xwe ji nû ve ava bike. Xal û Bingehên Serekî yên Destpêşxerîya Çar deryayan Çi ne? Projeya Destpêşxerîyê ku ji alîyê “New Lines Institute for Strategy and Policy” ve hatiye ragihandin, li ser çar korîdoran radiweste ku hemû li ser sînorên Sûrîye û Tirkiyê digihêjin hev: Korîdora Kendav-Deryaya Sipî armanc dike Erebistana Siûdî, Îmarat û Kuweytê - bi rêya Urdun û Sûrîyê - bi termînala Banyasê ve girê bide. Korîdora Îraq-Sûrîyê armanc dike ku borîyên Kerkûk-Banyasê, ku bi dehan salan girtî bûn, ji nû ve were çêkirin û berfirehkirin. Korîdora Qezwîn-Anadolê armanc dike binesazîya enerjîya Sûrîyê bi Boriya Gaza Siruştî ya Trans-Anadolê (TANAP) ve girê bide da ku gaza Azerbaycan û Tirkmenistanê bigihîne Ewrupayê. Nûjnekirina Borîya Gaza Erebî, ku Projeyek 1.2 milyar dolarî ye. Ew ji bo nûçêkirina xeta ku Misir, Urdun, Sûrîye û Libnanê bi hev ve girê dide, û projeya gaza Misir, Qibris û Libnanê dike yek.
  4. Di Roja Cîhanî ya Dijî Karkirina Zarokan de (12'ê Hezîranê), amarên li Sûrîyê pirsgirêkeke kûr a windabûna zarokatîyê nîşan didin. Tevî ku zagonên navxweyî û peymanên navnetewî karkirina zarokan bi tundî qedexe dikin, lê hejarî û mercên şer zêdetirî 2.5 milyon zarok neçarî bazara kar kirine.
  5. Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
  6. Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz îro Înê ragihand ku ku artêşa welatê wî dê ji Libnan, Sûrîye û Kerta Xezeyê venekişe. "Îsraîl dê ji deverên ewlekarî li Libnan, Sûrîye û Xezeyê venekişe," wî li ser platforma X'ê got û da zanîn ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) "dê bi berdewamî berevanîya sînor û welatîyên me li Çiyayê Heremon, çiyayên Libnanê û deverên axa me ya herêma Samaria û piranîya Xezeyê bike." Katz got ku ev berevanî hember metirsîyên ji alîyê kom û hêzên cîhadî ve tên kirin. Wezîrê berevanîya Îsraîlê herwiha derbarê Îranê jî axivî û diyar kir ku "dê şiyana me hebe ku em bi awayekî serbixwe li ber Îranê bigirin ku çekên navokî bidest nexe." "Min û Serokwezîr Benjamin Netanyahu ferman daye IDF ku xwe li gor vê yekê amade bikin," Katz got.
  7. Washington — Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê peyameke tund li dijî karbidestên Îranî belav kir û ew wekî "bêrûmet" bi nav kir. Serok Trump karbidestên Îranî bi dana agahîyên sexte li ser naveroka pêşnûmeya rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de tawanbar kir. Trump li ser platforma Truth Social got: "Xalên ku Îranê ji medyaya sexte re eşkere kirine, ti peywendîya wan bi tiştên ku me bi nivîskî li ser li hev kirine tune." Serokê Amerîkî diyar kir ku daxuyanîyên "qels" ên berpirsên Îranî li ser naveroka nivîskî ya rêkeftinê "ti peywendîya wan bi rastîyê tune." "Ew mirovên pir bêrûmet in. Bi wan re, tiştek tune ye ku bi niyaza baş were kirin. Ev ecêb e!" Trump got. Serokê Amerîkayê bal kişand ser êrîşa dronan a Îranê ya Pêncşemê bi şev li ser çend keştîyên Hindistanê li Tengava Hormuzê, bi mebesta ku rê li ber derbasbûna wan bigire. Serok Trump got ku ew êrîş nayê qebûlkirin. Trump herwiha hişyarî da karbidestên Îranî ku "baştir e ku ew di demeke nêzîk de tevgera xwe rast bikin."
  8. Hejmareke partîyên Rojhilatê Kurdistanê li parlemana Ewrupayê civînek pêk anîn, tê de rewşa jinên Kurd û siberoja Kurdên Rojhilat hate gotûbêjkirin. Di civînê de hejmareke nûnerên opozisyona Îranî jî amade bûn.
  9. "Seoul Food 2026" yek ji pêşangehên herî mezin ên xwarinê li Asyayê ye. Ew vê hefteyê paytexta Koreya Başûr birêve diçe. Amerîka îsal wekî Mêvana Rûmetê beşdarî vê pêşangehê dibe, di demekê de ku ew salvegera 250 ya serxwebûna xwe pîroz dike. 
  10. Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet bo Sûrîye û Îraqê, Tom Barrack hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê wekî berhemdar binav kir û tekezî li ser hêza hevalbendîya Amerîka û Tirkîyê kir. Wezareta Derve ya Tirkîyê roja Înê ragihand ku Hakan Fîdan li Enqerê pêşwazîya Barack kiriye, lê li ser naveroka hevdîtinê ti hûrgilî neda. Barack li ser platforma X'ê got ku hevdîtina "berhemdar" berî destpêkirina 36'emîn hilcivîna NATO'yê bû. Barack got, "Wekî hevalbendeke bihêz bi gelek armancên hevbeş, hevkarîya Amerîka-Tirkîyê berdewam dike ku encaman bidest bixe." Biryar e 36'emîn hilcivîna NATO'yê 7 û 8'ê Tîrmehê li Enqerê were lidarxistin û tê pêşbînîkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beşdar bibe.
  11. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê ragihand ku ewê qet nehêle ku Îran bibe xwedî çekên navokî. Di postekê de li ser platforma X'ê, Netanyahu got: "Heta ku ez Serokwezîrê Îsraîlê bim, Îranê dê çekên navokî bidest nexin." Serokwezîrê Îsraîlî da zanîn ku "Rêkeftineke tevahî di navbera min û Serok Trump de derbarê vê mijarê heye." Netanyahu herwiha got ku bi dirêjahîya 30 salan, wî li ser asta navnetewî li dijî bernameya navokî ya Îranê kempeyn kiriye. "Eger ne ji vê kempeynê be, Îran dê ji mêj ve bibûya xwedî bombeyên atomî ji bo wêrankirina Îsraîlê," rêberê Îsraîlî got. Daxuyanîyên Netanyahu tên piştî ku Serokê Amerîkî Donald Trump ragihand ku xalên dawî yên rêkeftina ligel Îranê hatine erêkirin.
  12. Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
  13. Orşelîm — Netanyahu ji peymana nû ya Amerîka û Îranê razîye û dibêje "Pêdivî ye bernameya navokî û mûşekî ya Îranê Sînordar bibe, Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê piştî peyama serokê Amerîkayê Donald Trump ev yek ragihand. Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di peymaekê ya X'ê de ragihand ku Serokê Amerîkayê, Donald Trump, îşev bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re bi rêya telefonî axivî û li ser lihevhatineke nû ya têgihiştinê (MOU) ya di navbera Washington û Tehranê de gotûbêj kirin. Li gorî daxuyaniyê, armanca lihevhatinê destpêkirina danûstandinên fermî yên bi Îranê re ye. Her çend Îsraîl ne aliyek rasterast yê peymanê ye, lê Netanyahu pesnê pabendbûna Trump da ku encama dawîn a danûstandinan dê di berjewendiya ewlehiya Îsraîlê jî de be. Peyama Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser wê yekê ku peymana dawîn divê çend xalên bingehîn di nava xwe de bihewîne; di nav wan de jinavbirina hemû materyalên navokî, hilweşandina bingehên zêdekirin û pêşxistina uranyûmê, sînordarkirina bernameya çêkirina mûşekan û dawî anîna piştgirîya Îranê ji komên çekdar ên ku hevpeymanên wê ne li herêmê. Daxuyanî diyar dike ku Netanyahu hêvîdar e ku her peymanek di encama van danûstandinan de derkeve holê, bêhtir aramî û tenahîyê bo Rojhilata Navîn pêk bîne û metirsiyên ewlehiyê yên herêmî kêm bike. Danûstandinên navbera Washington û Tehranê di demekê de tên ku herêm bi gelek alozî û girjiyên siyasî û leşkerî re rû bi rû ye, û gelek welat bi baldarî li encamên vê pêvajoyê dinêrin.
  14. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî demekê a êvarîya roja Pêncşemê di Truth Social de ragihand û got " Li ser bingeha gotûbêjên di asta herî bilind de a bi Komara Îslamî ya Îranê re, Ez, wekî Serokê Amerîkayê, êrîş û bombebaranên plankirî yên îro êvarê li dijî Îranê betal dikim." Serok Trump herwiha di peyama xwe de got, " Gotûbêj û xalên dawîn, hem ji hêla konseptê ve û hem jî bi hûrgilî, ji hêla hemî aliyên têkildar ve, di nav de Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuweyt, Urdun, Misir û yên din, plan hatine pejirandin." Serok Trump got jî, "Dorpêça Deryayî - ya ser benderên Îranê- dê bi tevahî çalak bimîne heya ku ev peyman bi dawî bibe û dem û cîhê îmzekirinê di demek nêzîk de were ragihandin." Seropk Trump rave kir ku Cîgirê Serokê wî, J.D. Vance, dê beşdarî merasîma îmzekirinê bibe. Wî her wiha diyar kir ku wî bi rêberên herêmê re, di nav de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li ser peymanê axiviye. Gotinên Trump li Ofîsa Oval piştî betalkirina planên êrîşên nû yên li ser Îranê roja Pêncşemê hatin, û gotin ku "xalên dawîn" ên peymanek destpêkê li ser hatine lihevkirin. Ajansa nûçeyan a Îranî Fars ragihand ku îhtîmal e ku Tehran peymanê pesend bike, lê hîn bersivek fermî nedaye.
  15. Golparêzê berê yê tîma niştimanî ya Sûrîyê Kawa Hiso destpêka Cama Cîhanê dinirxîne.
  16. Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Bexda Joshua Harris îro li gel Patrîyark Mar Paul III Nona Serokê Dêra Keldanî li Îraq û cîhanê rewşa Xiristîyanan û rola wan a girîng wekî beşekî ji tevna dewlemend û hemereng a civaka Îraqê danûstandin kirin. Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê li ser Platforma X'ê ragihand ku Harris got “Ti Dostekî ji Amerîkayê mezintir tune ye ji bo azadîya olî, û em ê bi hêz berdewam bikin ku ji bo parastina azadîya olî li Îraqê pêşengîyê bikin. “ Li gor Daxuyanîya Harris, herweha pîrozbahîya Patrîyark Nona kir ji bo ku wek serokê Dêra Keldanî li Îraq û cîhanê hat hilbijartin.
  17. Cama Cîhanê ya futbolê îro bi awayekî fermî destpê dike. Di vê bernameya taybet de, em behsa girîngtirîn nûçe û agahîyên girêdayî vê qehremanîyê dikin.
  18. New York — Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja Pêncşemê bang li hemû alîyên têkildar kir ku ji bo çareseriyeke diplomatîk di dosyaya Libnanê de bixebitin. Guterres herwiha banga yekîtîya ax, serwerî û serbixwebûna siyasî ya Libnanê kir. Karbidestê navnetewî li ser platforma X'ê got ku pêdivî ye agirbestekeke giştî û berfireh were sepandin da ku aramî û ewlehî li welêt were parastin. Wî herwuha bal kişand ser girîngîya çareseriya diplomatîk û dûrxistina her cure zêdekirina girjîyan. Sekreterê Giştî yê NY di heman demê de piştgirîya xwe ya tevahî bo mafê taybet ê hikûmeta Libnanê ragihand ku tenê dewlet xwedîyê çek û bikaranîna hêzê be. Ev daxwaza Guterres di demekê de tê ku gotûbêjên navxweyî û herêmî li ser rola komên çekdar li Libnanê bi domdarî tên kirin. Daxuyanîya Guterres di nav mercên ku civaka navneteweyî hewl dide agirbest û aramiyê li Libnanê bihêz bike de hatiye kirin, di demekê de ku gelek welat bang li rêzgirtina serwerîya Libnanê û astengkirina her cure şer û pevçûnan dikin.
  19. Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott bessent îro Pêncşemê ragihand ku "Rejîma Îranê dê di vê lîstika ku tenê ziyanê dide de binkeve." Bessent li ser platforma X'ê got ku "her ziyanek bigihêje hevalbendên me yên li Kendavê, dê pereyê wê ji hesabên bankî yên Îranê were birîn." Wezîrê Amerîkî hişyarî da û got: "Çi pereyê bacê bidin Sazîya Tengava Kendava Farisî, emê ewqas pere ji hesabên bankî yên Îranê derxin û bistînin." Daxuyanîya Bessent bi vê bangwazîyê bidawî hat: “Her êrîşek ku Îran dike, dê rewşa wan a aborî û darayî xirabtir bike.” Ev daxuyanîya Bessent piştî wê yekê hat ku Amerîkayê êrîşên xweparastinê birin ser Îranê û rejîma Tehranê jî êrîşî welatên Kendavê kir.